Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekîr Pakdemirlî îro diyar kir ku testa wî ya Kovîd-19ê pozîtîf e.
Wezîr Pakdemirlî destnîşan kir ku siheta wî baş e û der heq mijarê da jî ji ser Twitterê peyam da.
Di peyama xwe da Pakdemirlî go ku testa wî ya Kovîd-19ê pozîtîf derketiye û wiha pê da çû: "Me hemû aşiyên xwe kiribû, siheta min niha baş e, bi rihetî derbas dibe. Em ê qasî demekî xebatên xwe li malê bidomînin. Rebbê min şîfayê bide nexweşan, hêvî dikim aşiyên xwe bikin."
AA