Wezîr Pakdemîrlî Dayikên Diyarbekirê ziyaret kir

Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekîr Pakdemîrlî Dayikên Diyarbekirê ziyaret kir

Wezîr Pakdemîrlî Dayikên Diyarbekirê ziyaret kir

Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekîr Pakdemîrlî, Dayikên Diyarbekirê yên ku ji bo zarokên xwe yên bi xapandin revandine serê çiyê bên xilaskirin, di nobetê da ne, ziyaret kir.

Wezîr Pakdemîrliyê di çarçoveya bernameya xwe da hat Diyarbekirê derbasî Walîtiyê bû û piştî îmzekirina Deftera Şerefê ya Walîtiyê bi Walî Munîr Karaloglu ra hevdîtin kir. Paşê Wezîr Pakdemîrlî, Walî Karaloglu û Parlementerên AK Partiyê Mehdî Eker û Ebubekîr Bal ra çûn cem dayikên Diyarbekirê.

Dayikên Diyarbekirê yên zarokên wan bi xapandin revandine serê çiyê û bi hêviya bigihîjin ewladên xwe nobeta ku li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin, didomînin û ziyaretvanên jî kêm nabin.

Çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê ku bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê Îlona 2019an da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 575emîn û Wezîr Pakdemîrlî û heyeta pê ra bû jî qeranfîl dan dayikên çavê wan li rêya ewladên wan e. Malbatan ji Wezîr ra qala xapandina zarokên xwe û bi çi deq û dolabî revandine serê çiyê kirin û bertek nîşanî HDP û PKKya rêxistina terorê dan û li dijî rêxistinê jî drûşme berz kirin.

Wezîr Pakdemîrliyê ku bê dê û bavan ra hevdîtin kir jî daxuyanî da rojnamegeran û got ku wî silava Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji wan ra aniye û bibîr xist ku dê û bavên li vê derê ev 575 rojin nobeta xwe didomînin û qîrîna wan gihîşt çar aliyê dinyayê.

Di berdewamiya axaftina xwe da Pakdemîrlî got: "Li rûyê dinyê kesên hêj fehmnekirina ev rêxistina terorê çi ye û naxwazin fehm bikin hene. Van malbatên me nîşan dan ku ew çi ne û dixwazin çi bikin, vê yekê dan bihîstin. Ji ber vê jî em spasdarê van hemû malbatan e. Em berpirsên van karan zanin û mayê hewce jî dike em dikin. Zarokên malbatên me yên li vê derê mixabin li ser kevir û daran dikevin xewê lê yên wan li Ewropayê ne. Em bi vanan jî zanin. Em sedema vê paşvemayînê jî zanin. Em bi kesên dixwazin Diyarbekir û Rojhilatê bikin mehkûmê terorê jî zanin. Ji bo wan jî mayê hewce dike em ê bikin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE