Wezîrê Parastinê Akar li ba eskeran bû

Fitara dawî ya Remezanê ligel eskeran kir

Wezîrê Parastinê Akar li ba eskeran bû

Wezîrê Parastinê Hulusi Akar fitara dawî ya remezanê, li Şemzînana Colemêrgê li ber sînor, bi eskeran re kir. Akar çû biryargeha operasyona pencê. Di axaftina xwe de ji bo heqareta li dijî generalan bertek nîşan da. Hemû eskerên payebilind jî ligel Akar bûn.

Gava Operayona Pencê dewam dikir, Wezîrê Parastinê Hulusi Akar li ber sînorê Iraqê bû.

Fitara dawî ya Remezanê ligel eskeran kir.

Ev der Navenda Fermandariya Taqtîkan a Operasyona Pencê ye.

Sererken Orgeneral yaşar Güler , Fermandarê Hêzên Bêjayî Orgeneral Ümit Dündar, Fermandarê Hêzên Behrê Oramîral Adnan Özbal û Fermandarê Hêzên Hewayî Orgeneral Hasan Küçükakyüz…

Hemû rêvebirên payebilind ên arteşa Tirkiyê li ber sînor bûn.

Akar: ”Em ê têkevin hemû şikeftan. Em bi generalên wekî we serbilind in.”

Hulusi Akar derbarê Operasyona Pencê de behsa rewşa dawî kir.

Wezîrê Parastinê Hulusi Akar: “me bi hemû hêzên xwe û bi awayekî biryardar têkoşîna xwe domand. me ew di wan şikeftan de girtin û ji wir derxistin. ne tenê pençeyek têkoşîna me ya li bakurê iraqê dewam dike.”

Wezîr Akar bi pîlotê ku ji hewayê piştgiriyê dide operasyona Pencê, ji ser telefonê bêtêl axivî.

Li biryargeha operasyona Pencê, seranserê şevê îkmal dihat kirin.

Hulusi Akar ji bo heqaretên li dijî generalan jî bertek nîşan da.

Got; em ê ji ber heqaretên wan, dozê li wan vekin.

Wezîrê Parastinê Hulusi Akar: “tu kes nikare heqaretê li hêzên çekdar ên tirkiyê, rêvebiriya wê, li general, mîralay, serheng û binefserên me bike. Ne hedê tu kesî ye. Bi zanayî an jî nezanî.. Ew ên ku heqaret kirin wê li ber darazê hesab bidin. Di çarçoveya hiqûqê de çi hewce be wezareta parastinê û hêzên çekdar ên Tirkiyê, wê bikin. Em ê mafên xwe yên hiqûqî biparêzin û heta dawiyê li pey vê meseleyê bin. “

Dîroka nûkirinê: 04 Hezîran 2019, 15:55
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE