Wezîrê Parastina Neteweyî Akar bîlançoya têkoşîna terorê eşkere kir

Wezîrê Parastina Neteweyî Akar bîlançoya têkoşîna terorê eşkere kir

 Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar diyar kir, ji 24ê tîrmeha 2015an pê va cihên ku terorîstan digot 'nikarin têkevinê' (hêzên ewlehiyê) ketin her derê û ev der hemû hatin paqijkirin û wiha dewam kir, "Ji dîroka navborî heta niha 18 hezar û 140 terorîst hatin berterefkirin. Ji serê sala îsal vir va 1212 terorîst hatin berterefkirin. Harekatên Pencik Şîmşek û Pencik Yildirimê di 23yê Nîsanê da dest pê kirin û weke hatiye plankirin, dewam dikin. Mehmetçîk şikeftên terorîstan di serê wan da xerab kirin û hê jî xerab dikin. Ji 23yê Nîsanê heta niha li Sûriye û bakurê Iraqê bi tevahî 352 terorîst hatin berterefkirin."

Akar bi Sererkan Orgeneral Yaşar Guler, Fermandarê Hêzên Bejayê Orgeneral Umît Dundar, Fermandarê Hêzên Deryayê Oramîral Adnan Ozbal û Fermandarê Hêzên Esmanî Orgeneral Hasan Kuçukakyuz ra Tetbîqata 2021ê ya Denîzkurduyê kuta kir.

Akar piştî tetbîqatê Fermandariya Grûba Wezîfeyê ya Başûr ziyaret kir û li vê derê beşdarî civîna nirxandinê bû.

Akar piştî civînê Fermandariya Hêza Wezîfeyê ya Behrê ya Pileya Amadekariya Bilind a Tirk (TURMARFOR) ziyaret kir û li vê derê bi qedemeya fermandeyê ya Artêşa Tirkiyeyê û di şîva êvarê da bi personelan ra rûnişt.

Akar li vê derê axivî û derbarê bîlançoya têkoşîna terorê da jî agahî da.

Akar wiha axivî:

"PKK/YPG di serî da em mecbûr in ku bi DEAŞ, FETO û hemû rêxistinên terorê û her cure tehdîd û talûkeyan têkoşînê bidin. Ji 24ê tîrmeha 2015an pê va cihên ku terorîstan digot 'nikarin têkevinê' (hêzên ewlehiyê) ketin her derê û ev der hemû hatin paqijkirin. Ji dîroka navborî heta niha 18 hezar û 140 terorîst hatin berterefkirin. Ji serê sala îsal vir va 1212 terorîst hatin berterefkirin. Harekatên Pencik Şîmşek û Pencik Yildirimê di 23yê Nîsanê da dest pê kirin û weke hatiye plankirin, dewam dikin. Mehmetçîk şikeftên terorîstan di serê wan da xerab kirin û hê jî xerab dikin. Ji 23yê Nîsanê heta niha li Sûriye û bakurê Iraqê bi tevahî 352 terorîst hatin berterefkirin."
 

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE