Wezîr Pekcan: "Deriyên Xabûr û Gurbulakê hatin vekirin"

Ruhsar Pekcana Wezîra Bazirganiyê diyar kir ku di serî da Xabûr û Gurbulaka deriyên sînor yên li aliyê Îran û Iraqê yên ku ji ber pandemiya vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) hatibûn girtin dîsa ji bo birin û anîna bar hatin vekirin.

Pekcanê li ser hesabê xwe yê Twitterê peyam weşand û diyar kir ku deriyên gumrikê hatin vekirin.

Pekcanê bal kişand ku leza belavbûna vîrusê li dinyayê kêm bû, tesîra vîrusê ya li Iraq û Îranê jî kêm bû ji ber vê tevdîrên hatibûn hildan jî hatin kêmkirin û wiha pê da çû: "Di serî da Xabûr û Gurbulaka deriyên sînor ên li aliyê Îran û Iraqê yên ku ji ber pandemiya Kovîd-19a hemû dinya hilda tesîra xwe hatibûn girtin dîsa ji bo birin û anîna barê navneteweyî hatin vekirin.

Pekcanê diyar kir ku di vê çarçoveyê da bi şertê hildana tevdîrên ewlehî û tenduristiyê destûrê didin hatin û çûyîna barê bazirganiyê û wiha axivî: "Deriyên me yên gumrikê yên bi Îran û Iraqê ra ji bo barê navneteweyî dîsa hatin vekirin, ji ber vê jî "bazirganiya bêtemas" a ji bo domandina bazirganiyê ketibû rewacê jî ew ê were betalkirin. Biryara me bira ji bo îxracatkar, barkêş, sektora gihandinê û hemû bazirganên me bi xêr be."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE