Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçuk bi minasebeta 23yê Nîsanê Serweriya Neteweyî û Cejna Zarokan, Anitkabir ziyaret kir.
Wezîr Selçuk û yên pê ra li dû çelenka ji qurnefîlên sor-spî ji Rêya Şêran meşiyan û hatin ber mozoleya Ataturk.
Piştî ku Wezîr Selçuk çelenk danî ber mozoleya Ataturk, ji bo rêznîşandanê hat rawestan û Marşa Îstiqlalê hat xwendin.
Selçuk dû ra derbasî Qûleya Mîsaqa Milî bû, lênûska taybet a Anitkabirê îmze kir û wiha nivîsî:
"Ataturkê ezîz, di 100emîn salvegera damezirandina Meclisa Milet a Mezin a Tirkiyeyê da ji bo parvekirina coşa 23yê Nîsanê Serweriya Neteweyî û Cejna Zarokan û hîskirina serberziya vê roja watedar, em li hizûra te ne.
Em vê roja watedar a ku te diyariyê zarokan kiriye ku îro li malên xwe dimînin, lê dilê wan ligel we li hizûra te diavêje, bi serbilindî pîroz dikin. Em sipasiyên xwe yên jidil pêşkêşî te dikin ku te ev roja ku serwerî bêşert û merc bû ya milet, diyariyî me kir. Ruhê te şad be."
- Di ziyaretê da tedbîrên Kovîd-19ê
Heyeta ziyareta Anitkabirê ya Wezîr Selçuk û yên pê ra îsal di çarçoveya tedbîrên dijî Kovîd-19ê da ji hejmareke sînorkirî pêk hat.
Beşdarên heyetê maske dan ber devê xwe û di seranserê ziyaretê da jî mesafeya civakî parastin.AA