Wezîr Soylu çû serxweşiya malbata Abdulkerîm Çevîk

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu çû serxweşiya malbata rîspî Abdulkerîm Çevîkê ku di êrîşa biçek da hat kuştin.

Wezîr Soylu çû serxweşiya malbata Abdulkerîm Çevîk

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu çû serxweşiya malbata rîspî Abdulkerîm Çevîkê ku di êrîşa biçek da hat kuştin.

Wezîr Soylu bi firokeyê va ji Mêrdînê derbasî navçeya Norşînê bû û li taxa Nurtepeya navçeyê çû Qursa Qur'anê ya Xwendekarên Kur a Mihemed Hafid Efendî.

Soylu li vê derê mezinên malbatê û bi rîspiyan ra rûnişt, serxweşî da wan û dia kir.

Wezîr Soylu silav da welatiyên ku hatine teziyeyê û wiha axivî: "Serê we hemûyan sax be. Xwedê sebrê bide. Xwedê bi bihuşt û cemala xwe va wî muşerref bike. Ez ji bo weqara we spasdar im. Emanetî Xwedê bin."

Soylu bi Waliyê Bidlîsê Oktay Çagatay, Waliyê Mûşê Îlker Gunduzoz, parlamenterên Bidlîsê yên AK Partiyê Cemal Taşar û Vahît Kîler ra derbasî Fermandariya Cendirmeya Navçeya Norşînê bû û ji vê derê bi firokeyê bi rê ket ku here Mûşê.

AA

Dîroka nûkirinê: 23 Çile 2020, 17:55
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE