Wezîr Soylu daneyên têkoşîna dijî hişbirê yên sala 2020î parve kirin

Wezîr Soylu daneyên têkoşîna dijî hişbirê yên sala 2020î parve kirin: "Di 158 hezar û 674 operasyonên dijî hişbirê da 229 hezar û 156 kes hatin binçavkirin, 23 hezar û 693 kes hatin girtin"

Wezîr Soylu daneyên têkoşîna dijî hişbirê yên sala 2020î parve kirin

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu ragihand, di sala 2020î da di 158 hezar û 674 operasyonên dijî hişbirê da 229 hezar û 156 kes hatin binçavkirin, 23 hezar û 693 kes hatin girtin.

Soylu ji ser hesabê xwe yê Twitterê daneyên têkoşîna dijî hişbirê yên sala 2020î parve kirin.

Di vê çarçoveyê da 3 hezar û 689 kîlogram metamfetamîn, 114 milyon û 509 hezar û 227 serî kirkirk, 4 milyon û 259 hezar û 238 eded eczayên sentetîk, 1355 kîlogram bonzaî, 86 hezar 808 kîlogram esrar, 838 kîlogram kokaîn, 13 hezar û 226 kîlogram eroîn, 7 milyon û 533 hezar û 606 hebên ectasy, 2 milyon û 701 hezar û 61 hebên captagon, 604 kîlogram afyon û 2 hezar û 76 kîlogram skunk hatin qefaltin.

Di 158 hezar û 674 operasyonên dijî hişbirê da 229 hezar û 156 kes hatin binçavkirin, 23 hezar û 693 kes hatin girtin

Di 11 mehên sala 2019an da 221, di 11 mehên sala 2020î da jî 175 kes ji ber madeya hişbirê mirin, rêjeya miriyan ji sedî 20,8 kêm bû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE