Wezîr Soylu derbarê xebatên lêgerîn û xelaskirinê yên li Gîresunê daxuyanî da

"Vê gavê jimara miriyên me gihişt 10an, Xwedê rehma xwe li wan bike. Ji bo 5 kesan xebata lêgerîn û xelaskirinê dewam dike, heya bibînin jî wê dewamke înşeallah"

Wezîr Soylu derbarê xebatên lêgerîn û xelaskirinê yên li Gîresunê daxuyanî da

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu derbarê xebatên lêgerîn û xelaskirinê yên piştî lehiya li Gîresunê da got, "Vê gavê jimara miriyên me gihişt 10an, Xwedê rehma xwe li wan bike. Ji bo 5 kesan xebata lêgerîn û xelaskirinê dewam dike, heya bibînin jî wê dewamke înşeallah."

Soylu li kêleka Çemê Harşîtê yê li navçeya Tîreboluyê ku xebatên lêgerîn û xelaskirinê lê dewam dike, daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir, resmî û sivîl her kes hewildaneke mezin dide û xebatan didomîne.

Soylu diyar kir ku ekîb qet vala namînin û wiha dewam kir, "Bi hemû derfetên teknolojîk ên di destê xwe da yanî bi firoke, lêgerînên ewlehiya qeraxan, ekîbên me yên lêgerîn û xelaskirinê yên li vê derê, hemû dixebitin."

Wezîr Soylu wiha dewam kir, "Vê gavê jimara miriyên me gihişt 10an, Xwedê rehma xwe li wan bike. Ji bo 5 kesan xebata lêgerîn û xelaskirinê dewam dike, heya bibînin jî wê dewamke înşeallah."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE