Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu diyar kir ku li Yuksekovaya navçeya Hekariyê 566 kîlo eroîn hat girtin.
Soylu li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wiha got: "Me destûr neda ku ewladên me, nifşên me bi hişbirê werin tunekirin, em ê destûrê nedin jî. Ekîbên me yên Midûriyeta Ewlekariya Hehekariyê rekoreke din bi dest xistin. Di operasyona li Yuksekovayê hat kirin da 566 kîlo eroîn hat girtin. Ez hemû polêsên me yên keda wan tevlî vê bûn pîroz dikim."
AA