Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu diyar kir ku teror wê nebe qedera welêt û wiha dewam kir: "4 terorîstên din jî hatin berterefkirin. Hejmara terorîstên li nav welêt daket 445an. Înşellah wê teror êdî nebe qedera vî welatî."
Wezîr Soylu di peyama xwe ya ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî weşand da destnîşan kir ku di operasyonên cendermeyan da li dorbera Silopiya navçeya Şirnexê 2 terorîst û li çiyayên Goreseya ser Aricaka navçeya Elezîzê jî 2 terorîst tevahî 4 terorîst hatin berterefkirin.
Di peyama xwe da Wezîr got: "Hejmara terorîstên li nav welêt daket 445an. Înşellah wê teror êdî nebe qedera vî welatî. Piçek din jî hewl û sebr."