Wezîr Soylu li Kestela ku lehiyê lê da lêkolînên pêk anî

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu li Taxa Dudakliyê ku lehiyê lê da lêkolînên pêk anî.

Wezîr Soylu li Kestela ku lehiyê lê da lêkolînên pêk anî

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu li Taxa Dudakliyê ya Kestela navçeya Bursayê ku ji ber lehiyê 3 kes mir, lêkolîn pêk anîn.

Wezîr Soylu li ser telîmata Serok Recep Tayyip Erdogan, Taxa Kayacikê ya navçeya Kestelê ku ji ber barana zêde lehî lê rabû, ziyaret kir.

Piştî lêkolînên li vê derê Soylu derbasî Taxa Dudakliyê bû û ji peywirdaran der heqê xebatan da agahî sitand.

Wezîr Soylu ji bo şêniyên taxê hêviya silametiyê kir û dû ra derbasî Şaredariya Kestelê bû û beşdarî civîna kordînasyonê ya li maseya krîzê bû.

Waliyê Bursayê Yakup Canpolat, Şaredarê Bajarê Mezin Bursayê Alinur Aktaş, parlamenterên AK Partiyê û peywirdarên din hevaltiya Soylu kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE