Çalakiya malbatên ku zarokên wan winda ne, li serokbajariya HDP’ê dewam dike. Wezîrê Karên Navxweyî jî li ser meseleyê axivî. Soylu şaredarê Stenbolê Ekrem İmamoğlu rexne kir û got: "heya îro çi hewce be me hemûyan got."
Wezîr Soylu: Ji şûna min divê ew kesên ku ji Stenbolê rabûn û çûn li Diyarbekirê PKK’yiyan hemêz kirin bê pirskirin. Heya îro me çi hewce be got. Rastî divê ji ew kesên ku Stenbolî dengê xwe danê û ew jî diçe vî dengî bona meşrûkirina dabeşkaran xerc dike bê pirskirin. Ji wan kesên ku di dilê wan de ji bo dayîk û zarokan rehim tune bê divê were pirskirin. Ji wan kesên ku di hin meseleyan de dikarin Tirkiyê rakin ser piyan û ji me re dibêjin hûn ne însan in, divê were pirsîn. Ew qas eşkere û zelal e.