Wezîr Soylu: me li Stenbolê 2 ton esrar qefalt

Soylu diyar kir ku operasyonên dijî hişbir û firoşkarên hişbirê berdewam in.

Wezîr Soylu: me li Stenbolê 2 ton esrar qefalt

 Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu wiha got, "Polêsên me yên li Stenbolê karekî din jî kirin. Ber destê sibehê 2 ton esrar qefaltin. Em jê ra dibêjin esrara ku genetîka wê hatiye guhertin, madeyek e ku navê wê skunk e." 

Soylu li navçeya Kalecîkê di bernameya vekirina buroya hilbijartinê ya partiya xwe da axivî û bal kişand ku operasyonên dijî hişbir û firoşkarên hişbirê berdewam in.

Soylu diyar kir ku li Stenbolê ber destê sibehê operasyona hişbirê hat kirin û wiha dewam kir, "Polêsên me yên li Stenbolê karekî din jî kirin. Ber destê sibehê 2 ton esrar qefaltin. Em jê ra dibêjin esrara ku genetîka wê hatiye guhertin, madeyek e ku navê wê skunk e." 

Herwisa Wezîr Soylu got ku îro destê sibehê li Bursayê jî li dijî firoşkarên hişbirê operasyon hat lidarxistin û wiha axivî, "ber destê sibehê li Bursayê tam bi 4 hezar polêsî va operasyon hat kirin. Ev demeke gelekî dirêj e hevalên me yên wê derê dixebitin. Li wê derê jî rê û pê li 200 firoşkarî girtin û ew qefaltin. Hûn wê yekê baş bizanibin ku em hemû bi hev ra ji bo ewlehî, aramî û asayîşa welatê me û yekîtiya miletê me xebat û têkoşînê dikin."

Soylu di dawiya axaftina xwe da soz da ku ew ê xaza siruştî bînin navçeya Kalecîkê.AA

Dîroka nûkirinê: 12 Çile 2019, 17:41
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE