Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu diyar kir ku rêjeya beşdarbûna PKKyê ya sala 2020î dakete binê ya sala 1984an a ku wê hingê teze hatibû avakirin.
Soylu li ser hesabê xwe yê Twitterê grafîka rêjeya tevlîbûna rêxistina terorê ya di navbera salên 1984-2020î da parve kir.
Soylu diyar kir ku di sala 2020î da 52 kes tevlî PKKyê bûn û wiha pê da çû: "Rêjeya tevlîbûna PKKyê ya sala 2020î dakete binê ya sala 1984an a teze hatibû avakirin! Ev encama biryardariya bi seroktiya Serokomarê me ye."AA