Soylu di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê Twitterê da got ku Îzzet Yîgîtê failê êrîşa li Durumluya Diyarbekirê ku 16 welatiyên me hatin kuştin û 36 ewladên me sêwî man û di kategoriya tirûncî da lê digeriyan hatiye berterefkirin.
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu di parvekirina xwe da destnîşan kir ku Îzzet Yîgît di heman demê da failê êrîşa di 18ê Tebaxa 2016an da ye ku dijî Midûriyeta Ewlehiya Elezîzê hatibû kirin.AA