Wezîrê Tendirustiyê Koca derbarê vaksîna xwemalî de daxuyanî da

Wezîr Koca di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê Twitterê de destnîşan kir ku bi mebesta nirxandina rewşa dawîn a vaksînên xwemalî li Wezaretê civîneke din li dar xistine.

Wezîrê Tendirustiyê Koca derbarê vaksîna xwemalî de daxuyanî da

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca got, "Halê hazir 3 namzêdên vaksîna înaktîf serîlêdana îznê ji bo ceribandinali ser mirovan li TÎTCKê kirine û hatine wê radeyê ku dest bi ceribandina li ser mirovan bikin."

Wezîr Koca di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê Twitterê de destnîşan kir ku bi mebesta nirxandina rewşa dawîn a vaksînên xwemalî li Wezaretê civîneke din li dar xistine. 

Koca anî ziman ku mamostayên xwedan proje, Serokê TÎTCKê Doç. Dr. Tolga Tolunay, Serokê Enstîtuyên Tendirustiyê ya Tirkiyeyê (TUSEB) Prof. Dr. Erhan Akdogan, Serokê TUBÎTAKê Prof. Dr. Hasan Mandal û rayedarên Wezaretê beşdarî civînê bûne.

Koca wiha axivî tekezê li wê yekê kir ku li Tirkiyeyê halê hazir 3 namzêdên vaksîna înaktîf serîlêdana îznê ji bo ceribandinali ser mirovan li TÎTCKê kirine û got, " Ev namzêdên navborî hatine wê radeyê ku dest bi ceribandina li ser mirovan bikin."

Wezîr Koca wiha pê de çû:

"Namzêda me ya vaksînê ya Perçekoka Weke Vîrusê (VLP) ku di cîhanê de yekem e, ji bo bidestxistina berhema lêkolînê û di nêzîk de ceribandinên li ser mirovan, hatiye asta serîlêdana îznê. Qebareya Zanistî ya welatê me di wê karînê de ye ku lêkolîn û geşepêdana hemî cure vaksînan bike. Li welatê me karûbarê sertfîkasyona cîbicîgirina berhemanîna serkeftî ya hemî tesîsên ku vaksînê îmal bikin, temam bûye."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE