Wezîr Varank hûrgiliyên piştgiriya 2019an ragihandin

Ji pîşesaz û muteşebîsan re dê 5 milyar û 600 milyon lîre piştgirî bê dayîn

Wezîr Varank hûrgiliyên piştgiriya 2019an ragihandin

Di sala 2019an de, wezareta pîşesazî û teknolojiyê dê 5 milyar û 600 milyon lîre piştgiriyê bide pîşesaz û muteşebîsan. Wezîrê Sinaî û Teknolojiyê Mustafa Varank derbarê piştgiriyê de axivî û mizginî da.

Wezîr Varank hûrgiliyên piştgiriya 2019an ragihandin.

Wezîrê Sinaî û Teknolojiyê got; piştî Pergala Hikûmeta Serokkomariyê teşwîqên ji bo veberhênanan, ajansên pêşketinê û îdareyên pêşketinê yên herêmê bi wezaretê ve hatin girêdan.

Diyar kir ku bi saya vê, piştgiriyên wezaretê di bin banê saziyekê de kom bûn.

Varank got; “ Em ê di sala nû de jî bi hemû îmkanên xwe piştgiriyê bidin pişesaz, muteşebîs û lêkolîneran.”

Wezareta Sinaî û Teknolojiyê wê di sala nû de 5 milyar û 600 milyon lîre piştgiriyê bide TÜBİTAK, KOSGEB, Ajansên Pêşketinê û Îdareyên Pêşketinê yên Herêman.

Dîroka nûkirinê: 02 Çile 2019, 17:54
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE