Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Derya Yanikê ragihand, ji bo heyama tamgirtinê di çarçoveya 'Bernameya Alîkariya Civakî ya Tamgirtinê' da ji bo 2 milyonî zêdetir malbatan serê malê 1100 lire pere wê were dayîn.
Wezîr Yanikê daxuyaniya nivîskî da û diyar kir ku wan seba heyama tamgirtinê bi navê 'Bernameya Alîkariya Civakî ya Tamgirtinê' bernameyeke nû ya alîkariyê da destpêkirin.
Yanikê diyar kir ku ji bo alîkariyê serlêdan hewce nake, malbatên ku Weqfên Alîkarî û Piştevaniyê yên Civakî pê beled in, wê li wan were belakirin û wiha dewam kir:
"Em ê di çarçoveya 'Bernameya Alîkariya Civakî ya Tamgirtinê' da ji 2 milyonî zêdetir malbatan serê malê 1100 lire pere bidin. Pereyê mehaneya kal, pîr û a astengdaran jî wê bi Bernameya Alîkariya Civakî ya Tamgirtinê ra were razandin."AA