Wezîra Bazirganiyê Ruhsar Pekcan dayikên Diyarbekirê ziyaret kir

Wezîra Bazirganiyê Ruhsar Pekcan dayikên Diyarbekirê ziyaret kir

Wezîra Bazirganiyê Ruhsar Pekcan dayikên Diyarbekirê ku li ber avahiya Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê ji bo zarokên xwe yên revandî çalakiya rûniştinê dikin, ziyaret kir.

Wezîr Pekcan ku li Diyarbekirê hevdîtinên xwe didomîne, digel Walî Munir Karaloglu, parlamenterên AK Partiyê yên Diyarbekirê Mehdi Eker, Oya Eronat, Ebubekir Bal û Serokê AK Partiyê yê Parêzgehê Suleyman Serdar Budak, malbatên li benda zarokên xwe ziyaret kirin.

Malbatan ji Pekcana ku qurnefîl dan wan ra behsa revandina zarokên xwe kirin.

Pekcan bal kişand ku ew piştevaniya malbatan dike û her wiha hêvî kir ku malbat di kurtedemekê da bigihêjin zarokên xwe.

Şevket Altintaşê ku ji bo kurê xwe di çalakiya rûniştinê da beşdar e, pirtûka xwe "Ji Dayikên Diyarbekirê bo Dinyayê" ku tê da qala serpêhatiyên malbatên di nobeta ewladan da dike, bi diyarî da Wezîr Pekcan.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE