Xalid bîn Mihemed el-Atiyeyeyê Wezîrê Parastinê yê Qeterê û Emîr Xatemiyê hevtayê wî yê Îranê li ser geşedanên li herêmê û têkiliyên di navbera herdu welatan da axivîn.
Li gor nûçeya QNAya ajansa nûçeyan ya Qeterê, Xalid bîn Mihemed el-Atiyeyeyê Wezîrê Parastinê yê Qeterê û Emîr Xatemiyê hevtayê wî yê li ser têlefonê axivîn.
Li gor nûçeyê Xatemiyê Wezîrê Îranê rêveberiya Qeterê ji ber çareserkirina mesele û krîzên hawir pîroz kir.
Xatemî hevtayê xwe dawetî Îranê kir.
Wezîrê Parastinê yê Qeterê Xalid bîn Mihemed el-Atiyeyeyê jî got ku ew hemû dewlet ji îstiqrar û ewlehiya herêmê berpirsyar in û ji ber vê divê hemû teref car caran werin bal hev. AA