"Wisa li ber xwe ketim hetanî berdestê sibê xew nekete çavên min"

Dayik Gumrena ku Turkkanê ÎYÎ Partiyî çêr li wan kir: "Dibêjin eqrebayê şehîd nînin. Kîjan derew e, ev gor an kurê min ê kuştî?"

Tellî Gumrena dayika Tahîr Gumrenê kekê wî bi destê PKKya rêxistina terorêyê hatibû qetilkirin ji ber ku dema ziyareta Meral Akşenera Seroka Gişyî ya ÎYÎ Partiyê ya li Bîngolê bertek nîşan dabû rastî çêrên Lutfû Turkkanê Cîgirserokê Koma ÎYÎ Patiyê hatibû got, "Çend sal derbas bû, hê dilê me dişewite. Ji ber tişta duh anîn serê Tahîr gelekî li ber xwe ketim, hetanî sibê xew nekete çavên min. Ne bi tenê ez hemû zarokên min li ber xwe ketin."

Tellî Gumrena dayika 10 zarokan a li Gozera gundê Bîngolê dijî merzelê Îsayê kurê xwe yê di sala 1997an da dema li zozanê pez diçêrand di 14 saliya xwe da bi destê PKKya rêxistina terorê hatibû kuştin ziyaret kir û dia kir.

Gumrenê bi Zazakî daxuyanî da û diyar kir ku êşa kurê wê hê di dilê wê da ye û di televizyonê da bihîst ku Tahîr Gumrenê kurê wê ji ber ku dema ziyareta Meral Akşenera Seroka Gişyî ya ÎYÎ Partiyê ya li Bîngolê bertek nîşan dabû merûzî çêrên Lutfû Turkkanê Cîgirserokê Koma ÎYÎ Partiyê ma, ji ber vê giriya.

Gumrenê got dema bihîst ku ji Tahirê kurê wê ra çê kirine gelekî li ber xwe ket.

Gumrenê wiha got: "Tahir duh çû wê derê. Tahir ji bo birayê xwe xemgîn bû, rabûne heqaret li Tahir kirine. Kurê min li dijî dewleta xwe ranebû. Dilê me dişewite. Duh dîsa heqaret li kurê min kirine. Dilê kurê min dişewite. Hetanî dilê merivan nêşe meriv ma tiştekî dibêje?"

"Wisa li ber xwe ketim hetanî berdestê sibê xew nekete çavên min"

Gurmenê bertek nîşanî kesên dibêjin ku diya şehîd nîne da û wiha axivî: "Çend sal derbas bû hê dilê me dişewite. Ji ber tişta duh anîn serê Tahir gelekî li ber xwe ketim, hetanî ber destê sibê xew nekete çavên min. Ne bi tenê ez hemû zarokên min li ber xwe ketin. Dibêjin eqrebayê şehîd nînin. Kîjan derew e, ev gor an kurê min ê kuştî? Ma dosyeyên di destê min da derew in?"

Gumrenê got ji ber ku çêr li kurê wê kirine gelekî li ber xwe ket û wiha pê da çû: "Ewqasî heqaret kirin, di ser da jî çêr kirin. Kurê min bê xwedî nîne."AA

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE