Wênesazê Hakkariyî "peykera berfejinê" çêkir

Gur bi berfa ku ji ber derê Navenda Ciwaniyê berhev kir di 6 saetan da peykera jinê ya biqasî 3 mêtro çêkir.

Wênesazê Hakkariyî "peykera berfejinê" çêkir

 Wênesaz Erdî Gurê hîndekarê Kuluba Hunerên Xweşik û Wêneyê ya Navenda Ciwaniyê ya Hakkariyê "peykera jinê ya ji berfê" çêkir û gelekî bal kişand.

Gurê li bajêr dijî piştî berfa ku van rojên dawîn barî biryar da ku peykera berfejinê çêke.

Gur bi berfa ku ji ber derê Navenda Ciwaniyê berhev kir di 6 saetan da peykera jinê ya biqasî 3 mêtro çêkir.

Welatiyan eleqe nîşanî peykerê dan û pê ra wêne kişandin.

Gur got ku li her deêr Tirkiyeyê berfemêr tên çêkirin û wî jî xwest ku tiştekî cuda çêbike û ji ber vê biryar da ku peykera berfejinê çêbike.

Gur behs kir ku peykera ji berfê xebateke peykerê ye ku li ser mîrateya çandî ya Hakkariyê ye û got ku "Mirovên me ji hunerê hez dikin. Li Hakkariyê bingeha hunerê heye. Em jî ji bo vê yekê xebatên xwe didomînin. Mirov tên li ber berfejinê wêne dikşînin û ji ser çapemeniya civakî parve dikin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE