Li ser hesabê Twîtterê yê fermî ya Koma Miteşebisiyê ya Wesayîta Türkiyeyê (TOGG) weneyê ewil a wesayîtê hat weşandin.
Rûpela Twîtterê ya Koma Miteşebisiyê ya Wesayîta Türkiyeyê ya bi navê "Wesayîta Tirkiyeyê@TOGG2022" wêneyekî wesayîtê ya ku di tariyê da lembeyên wê vêxistî ne, parve kir.
Ji bilî parvekirina wêne, peyameke "Ji bo hevnasîna Wesayîta Türkiyeyê hindik ma...Her roj di 14.30an da ji bo gihîştina hûrgiliyeke nû me bişopînin" jî hat weşandin.
Beriya vê Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mustafa Varank, Serokê Lijneya Rêvebiriya TOGGê Rifat Hîsarciklioglu, Alîkarên Serokê Lijneya Rêvebiriya TOGGê Taha Yasîn Ozturk û Tuncay Ozîlhan, endamên Lijneya Rêvebiriya TOGGê Ahmet Nazîf Zorlu û Ahmet Akça û endamên Lijneya Rêvebiriya BMCyê Talîp Ozturk jî wêneyê wesayîta xwemalî ya brandakirî parve kiribûn.
Wesayîta Türkiyeyê ya ku bi meraqeke mezin bendê ne wê di 27ê Çileya Pêşîn da li Gebzeyê wek pêşdanasîn bê nasandin.
AA