Wêneya Gola Wanê di pêşbaziya NASAyê da bû yekemîn

Wêneya Gola Wanê di pêşbaziya NASAyê da bû yekemîn

Wêneyê Gola Wanê yê ku ji fezayê hatiye kişandin di pêşbaziya wêneyan a online ya ku Ajansa Hewagerî û Fezayê ya Amerîkayê (NASA) li dar xist da bû yekemîn.

Pêşbaziya wêneyan a online ya bi navê "Turnûvaya Cîhanê" ya ji aliyê NASAyê va hat lidarxistin îsal di 8ê adarê da bi 32 wêneyan hat pêşkêşkirin.

Di pêşbaziyê da wêneyê Gola Wanê yê ku ji hêla Astronot Kate Rubinsê va ji fezayê hatiye kişandin hemû dengan hilda û bû yekemîn.

Wêneyê Gola Wanê yê ku Astronot Kate Rubinsê di 12ê Îlona 2016an da ji fezayê kişandiye û wêneyê stêrkên li ser Parzemîna Amerîkayê ne ku Astronot Don Pettît di 2012yan da kişandiye di nav 32 wêneyan da ji bo fînalê mabûn.

Dengdayîna wêneyan li se rmalpera înternetê ya "earthobservatory.nasa.gov/tournament-earth"ê çêbibû û bi saeta herêmî ya Amerîkayê di saet 12.00î da dawî bûbû.

Dema wêne ji bo fînalê mabû li ser malpera înternetê ya NASA Earthê wiha hatibû gotin: "Ev wêneyê golê yê bisoda di fînala çaryekê da ji sedî 94ê dengan hilda û amadehiyê dike ku di fînalê da jî heman tiştî bike."

- Pêşbirk li Tirkiyeyê ji nêz va hatibû şopandin

Ji ber ku Gola Wanê di pêşbirkeke navneteweyî da cih girt li welêt gelekî olan da.

Ji bo ku Wêneyê Gola Wanê bibe yekemîn Alîkarê Serokomar Fuat Oktay, Emîne Erdogana jina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu, Wezîrê Bajarvanî û Hawîrdor Murat Kurum û Waliyiê Wanê Mehmet Emîn Bîlmez di serî da gelek kes, sazî û rêxistinên civakî yên sivîl banga piştgiriyê kiribûn.

Şaredarê Edremîtê Îsmaîl Say jî Astronot Kate Rubinsê vexwendibû Wanê ku mazuwaniya wê bikin.

Di wêneyê ku astronotê NASAyê kişandiye da li Korfeza Erdîşê av herikiye û ev pir zelal dixuyê. Ev di tu golê da wiha zelal naxuyê. Lewra bi sodayê spîtayiyek çêbûye û ev li dora hev zîviriye.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE