Wêneyeke nû ya "Wesayîta Tirkiyeyê" hat weşandin

Wesayîta Tirkiyeyê ya ku bi meraqeke mezin bendê ne wê 3 roj şûn da bê nasandin.

Wêneyeke nû ya "Wesayîta Tirkiyeyê" hat weşandin

Li ser hesabê Twîtterê yê fermî ya Koma Miteşebisiyê ya Wesayîta Tirkiyeyê (TOGG) weneyekî nû ya wesayîtê hat weşandin.

Wesayîta Tirkiyeyê ya ku bi meraqeke mezin bendê ne wê 3 roj şûn da bê nasandin.

Rûpela Twîtterê ya Koma Miteşebisiyê ya Wesayîta Tirkiyeyê ya bi navê "Wesayîta Tirkiyeyê@TOGG2022" wêneyekî wesayîtê ya nû ya ku paceya pêşiyê, neynikên wê, stûnên Ayê yên pêşiya wesayîtê tên dîtin, parve kir.

Ji bilî wêne wiha hat gotin "#RêwîtiyaNûjeniyê dewam dike...3 roj man".

Wêne li ser medyaya civakî eleqeyeke mezin dît. Di nav nîv saetî da 5 hezar 800 kesî wêne eciband, hezar û  500 kesî jî wêne rêtweet kir. Piştî ku duh wêneyê ewil ê wesayîtê hat parvekirin hejmara şopîneran gihîşte 88 hezar kesî.

Duh li ser hesabê Twîtterê yê fermî ya Koma Miteşebisiyê ya Wesayîta Tirkiyeyê weneyê ewil a wesayîtê hatibû weşandin. Hatibû gotin her roj wê di 14.30an da agahiyeke nû ya der barê wesayîtê da bê weşandin.

Wesayîta Tirkiyeyê wê di 27ê Çileya Pêşîn da bi beşdariya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Gebzeyê bê nasandin.

Dîroka nûkirinê: 26 Kanûn 2019, 16:38
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE