Wêneyên Kela Zerzevanê ji pêşengehan ra dibe îlham

Wêneyên avabûnarojê yên ji Kela Zerzevanê tên girtin ji pêşengehan ra dibe îlham

Wêneyên Kela Zerzevanê ji pêşengehan ra dibe îlham

Kela Zerzevanê 13 kîlomêtro dûrî navçeya Çinarê û li taxa Demîrolçekê ku di serdema Împeretoriya Romayê da wekî "ciyê eskeriyê" hatiye bikaranîn îro ji pêşengehên wêneyan ra dibe îlham.

Kela Zerzevanê 13 kîlomêtro dûrî navçeya Çinarê û li taxa Demîrolçekê li ser 60 donimî ye. Bilindahiya wê 12 mêtro û dirêjahiya sûran jî hezar û 200 mêtro ye. Li kelê hemam, dêr, qesr, birca çavdêriyê, avahî, gorên zinaran, depoyên genim û 54 sarincên avê hene. Kela Zerzevanê ya digel sûrên Diyarbekir û Baxçeyên Hevselê di bin parastina UNESCOyê da ne ji aliyekê ve dîrokê ronî dike ji aliyê din va ji bo turîzmê biqîmettir dibe.

Wênegirên amator û profesyonel her demsal Kela Zerzevanê ziyaret dikin, taybetî wextê roj diçe ava tên li vir wêneyan digirin.

Serokê Lijneya Erdkolanê Doç. Dr. Aytaç Coşkun got, xebatên erdkolanê yên 7 sal berê hatibûn destpêkirin hê jî dewam dikin.

Coşkun got, "Kesên bi sporên sirûştê ra eleqeder û wênegir her gav tên kelê ziyaret dikin. Ji ciyên Tirkiyeyê yê jê herî xweş ezman û feza xuya dike yek jî Kela Zerzevanê ye. Li Mezopotamyayê hilkişîna rojê li Nemrûtê û avabûna rojê jî herî xweş li Kela Zerzavanê xuya dike. Ziyaretvan ji bo vê tên kelê ziyaret dikin. Berî pandemiyê yên ku dixwestin avabûna rojê temaşe bikin bi tûran ra dihatin herêmê. Niha jî em ji gelek wênegiran ra mazûvaniyê dikin."

-Li Kela Zerzevanê emê pêşangehek wêneyan vekin

Serokê Komeleya Wêneyan a Fotono21 ya Diyarbekirê Mehmet Kiliçoglu got ku ev 4 sal in her demsal li kelê wêneyan dikşînin.

Kiliçoglu got ku wan bi wêneyên ji kelehê girtin va 7 pêşangeh vekirin û wiha axivî:

"Kela Zerzavanê ciyekî erdkolanê ya arkeolajîk ya girîn e û li vir avabûna rojê xweş xuya dike. Ne tenê wênegir, gerok, sirûşt hez, sporvan, kesên ku tûrên bisîklêtê dikin tên li vir avabûna rojê temaşe dikin. Em wênegir jî her demsal li vir wêneyan digirin. Di demekê nêz de emê bi van wêneyên avabûna rojê nîşan didin pêşangehek vebikin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE