Fuara navdewletî ya berên xurekan û teknolojiyên wan, li Stenbolê dest pê kir. Îsal ji hezarî zêdetir marqeyên xwemalî û biyanî beşdar dibin. Bi vê fuarê nûnerên sektora xurekan dê bigihên hev û trendên nû yên xurekan û teknolojiyên di vî warî de bidin nasîn. Fuar dê heya 7ê îlonê roja şemiyê li tuyab’ê dewam bike.
Trendên nû yên xwarin û vexwarinê…
Markeyên xwemalî û biyanî..
27. fuara worldfoodê li stenbolê dest pê kir.
Îsal ji 45 welatan dora hezar û 300 marqe beşdar dibin.
Eleqeyeke gelek baş a serdêrên biyaniyan heye.
Di fuara me de hemû cure xurek peyda dibin. berên goşt û mirîşkan, şîr û berên şîr, rûn, dan, xurme. Mîna ku biçî marketê her tişt heye. Firmayên ku bazirganî û ixracatê dikin bêtir tên vê fuarê.
Di vê fuarê de karsazên xwemalî û biyanî, nûnerên sektoran digihînin hevdu.
Ji bo kesên ku dixwazin kargehekê ava bikin an jî karê xwe mezin bikin di vê fuarê de gelek fersand hene.
Hedef ew e ku bi têkiliya firmeyan dora 500 milyon avro veberhênan were Tirkiyeyê.
Fuar dê heya 7 îlonê dewam bike.