Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) daxuyand di meha dawîn da li hundir û dervayî welêt jê 9 mezin, 24 jî normal tevahî 33 operasyon hatin kirin û di van operasyonan da 68 terorîst hatin berterefkirin.
Di daxuyaniya Wezaretê da wiha hat gotin: "Di meha dawîn da li hundir û dervayî welêt jê 9 mezin, 24 jî normal tevahî 33 operasyon hatin kirin û di van operasyonan da 68 terorîst hatin berterefkirin. Di meha dawîn da jê 24 endamên FETOyê 5753 kesên hewl didan bi dereqanûnî ji sînoran derbas bibin, hatin girtin."
Daxuyaniya WPNyê wiha dewam kir: "Tê plankirin ku xebatên retrofît ên balafira A400Myê li dervayî Îspanyayê ewil li Midûriya Fabrîqeya Lênêrînê ya Hewayê ya 2yemîn a Kayseriyê bê kirin."
AA