WPN: Li herêma Mertalê Biharê eskerek şehîd bû, 4 esker birîndar bûn

WPN: Li herêma Mertalê Biharê eskerek şehîd bû, 4 esker birîndar bûn

Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) diyar kir ku li herêma Herekata Mertalê Biharê di 10 gulanê da di êrîşî dijî konvoya îqmalê ya bi roketê da eskerek şehîd ket û 4 esker birîndar bûn.

WPNyê di daxuyaniya xwe da wiha got:

"Li herêma Herekata Mertalê Biharê (Îdlib) di 10ê gulanê da êrîşî konvoya me ya îqmalê kirin, di êrîşê da hevalekî me şehîd ket, çar hevalên me jî birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyê. Piştî êrîşê me hedefên tên zanîn dan ber guleyan. Rihma Xwedê li şehîdê me be serê malbata wî, hêzên me yên çekdar sax be, Xwedê şifayê bide personelên me yên birîndar."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE