Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) diyar kir ku bi destê Fermandariya Hêzên Behrê va operasyona dîmenên sonar a herî kûr ya dîroka Komara Türkiyeyê hat kirin.
Li ser hesabê Twitterê yê Wezaretê wiha hat gotin: "Bi destê Fermandariya me ya Hêzên Behrê va operasyona dîmenên sonar a herî kûr ya dîroka Komara Türkiyeyê hat kirin. Di operasyonê da TCB ORKİNOSa xwedî îmkana tesbîta 3000 mêtre kûrahiyê li Behra Sipî ya Rojhilat ji 2800 mêtre kûrahiyê dîmen kişand û serkeftineke mezin bi dest xist."
AA