Xaçerêya xeternak

Welatî dixwazin ku ji bo xaçerêyê tevdîr werin girtin

Xaçerêya xeternak

Li Qosera Mêrdînê, xaçerêyeke li ser riya îpekê, ji ber tunebûna tevdîrên trafîkê gelekî bitalûke ye. Heya niha di qezayên li ser wê xaçerêyê de gelek kes mirin. Ji ber vê yekê jî welatî dixwazin ku tevdîrên mezin werin girtin.

Bi sedan wesayît di ber hev re derbas dibin.

Mirov jî hewl didin ku di ser rê re derbas bibin.

Ev wêne ji Qosera navçeya Mêrdînê ne.

Xaçerêya Dedemanê ya li ser Riya Îpekê niha bê pergal e.

Li ser vê xaçerêyê heya niha gelek kes mirine. Ji ber vê yekê jî welatî ji xaçerêyê re dibêjin “Şûna Mirinê.”

Şêniyê navçeyê dixwaze ku ji bo çareserkirina talûkeya xaçerêyê him tevdîr werin girtin, him jî riya hawirdorê were çêkirin.

Çavê Qoseriyan li rê ye ku di demeke kurt de talûke safî bibe.

Dîroka nûkirinê: 08 Cotmeh 2019, 16:47
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE