Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, "Xal û xetên Tirkiyeya mezin û hêzdar li asoyê xuya dike."
Erdogan li Kuliyeya Serokomariyê bi karkerên Konfederasyona Sendîkayên Karkeran ya Tirkiyeyê (Turk-Îş) ra hat bal hev.
Serokomar Erdogan diyar kir hevsenga aboriya giştî bere bere tê cî û got ku li gorî nîşaneyan pêşketina êrînî ya di aboriyê da wê hê zêde bibe û berdewam bike.
Erdogan destnîşan kir xal û xetên Tirkiyeya mezin û hêzdar li asoyê xuya dike û wiha got, "Gava em vê pêvajoya ku sembola wê 'hedefên 2023yan' e bidomînin, bila gumana kesî çênebe ku em ê welatekî xeyala me hemûyan e ji ewladên xwe ra bihêlin."AA