Xalîçeyên ku berê dîwar dixemilandin dîsa biqîmet bûn

Xalîçeyên dîwaran ên di salên 1980 û 1990î da eleqeyeke mezin didîtin niha dîsa biqîmet bûn û zêde tên firotin

Xalîçeyên ku berê dîwar dixemilandin dîsa biqîmet bûn

Xalîçeyên berê li herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê dîwaran dixemilandin hê jî tên pejirandin û bala turîstan dikşînin.

Di salên 1980 û 1990î da li herêmê xalîçeyên rengîn ên cur bi cur bi destan dihatin çêkirin, dîwarên mal û kargehan dixemilandin.

Êdî ev xalîçe bi makîneyan tên çêkirin lê turîst eleqeyeke mezin nîşanî wan didin.

 "Xalîçeyên dîwaran bi taybetî bala turîstên herêmî dikşîne"

Esnaf Alî Osman Fîdanê kargeha wî li navçeya Sûrê di hundirê Çarşiya Şewîtî da ye got ew 21 sal e xalîçeyan difroşe û wiha axivî: "Di salên dawîn da eleqeyeke zêde li ser xalîçeyan hebû. Hûn dikarin li her derê bibînin. Xalîçeyên dîwaran bi taybetî bala turîstên herêmî dikşîne. Hin kes li xalîçeyan dinihêrin zarokatiya xwe, mala ku lê jiyane tînin bîra xwe û xalîçeyan dikirin. Hê gelek kesên ku wan di mala xwe da vedişêrin hene."

"Li ser xalîçeyan neqşên cuda hene ku meneyên wan jî cuda ne"

Mehmet Emîn Aydin ji got dema ew zarok bûn li mala her kesî ev xalîçe hebûn û wiha dewam kir: "Li ser xalîçeyan neqşên cuda hene ku meneyên wan jî cuda ne. Her xalîçeyek xwedî çîrokekî ye. Ji ber vê li her malekê da hebûye. Her kesî ji xwe ra neqşek hildibêrt û li goşeyê mala xwe darve dikir. Di salên dawîn da dîsa qîmet bûn. Me dibin salên çûyî, rabirdûyê tînin bîra me. Ji bo bîranîna rabirdûyê divê li dîwarê her kesî ew bên daliqandin."

Hasan Çelîk (72) jî got demekê ev xalîçe hatin jibîrkirin, lê niha dîsa eleqeyek li ser wan çêbûye.AA

Dîroka nûkirinê: 01 Tebax 2019, 17:25
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE