Xanî û dikanên ji bo mexdûrên terorê

TOKİ’yê 342 xanî û 36 dikanên mexdûrên terorê teslîm kirin....

Xanî û dikanên ji bo mexdûrên terorê

TOKİ’YÊ li nisêbînê ji bo mexdûrên terorê 342 xanî û 36 dikan çêkirin. Bi beşdariya şaredar û rayedarên bajêr merasîma pişka wan xanî û dikanên tokiyê hat avêtin.

Serok Recep Tayyip Erdoğan talîmat da, TOKİyê jî ji bo ji nû ve avakirana Nisêbînê dest bi xebatê kir.

Çêkirina wan avahiyên TOKİ’yê qediya û û dor hat teslîma wan.

342 xanî û 36 dikan di hizûra noterê de bi pişkê bi merasîmekê hatin dayin mexdûrên terorê.

Ji xeynî malbatên mexdûr, şaredarê bajêr Mustafa Yaman û gelek rayedar jî tev li merasîmê bûn.

Xwediyên xaniyan ji aliyekî bi kelecaneke mezin li benda qismetê xwe bûn li aliyekî jî nalet li terorê anîn.

Xaniyên TOKİ’yê yên li Nisêbînê, bi tarz û mimariya xwe dişibe xaniyên klasîk ên navçeyê.

Dîroka nûkirinê: 15 Çile 2019, 17:56
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE