Xanima ciwan bû qesab

Bi projeya krediya mîkro bû xwediyê karê xwe.

Xanima ciwan bû qesab

Şareddariya Bajarê Mezin a Şanliurfayê û walîtî, ji bo jinan ji saziyên navdewletî fon girtin. Şaredarî û walîtî him perwerdeya pîşeyan didin jinan him jî dikin ku jin bibin xwediyê karê xwe. Nazli Kurtê jî serî li projeya krediya mîkroyê da, ji xwe re dikanek vekir û niha goştfiroşeke jêhatî ye.

Li Şanliurfayê, Şaredarî û Walîtiyê ji bo piştgiriya jinan bi saziya navdewletî ya CARE Internationalê re dest bi projeyekê kir.

Jinên ku dixwazin kar û xebatên xwe bikin serî li şaredariyê didin. Ewil ji bo kar perwerde dibin û paşê jî krediyê digirin.

Nazli Kurtê jî xwest ku ji vê piştgiriyê îstifade bike û serî li krediya mîkroyê da.

Nazli Xanimê bi saya projeya krediya mîkro dikaneke qesabiyê vekir.

“Şaredariya Bajarê Mezin piştgirî da me û min jî ev dikan ji xwe re vekir. Jineke ku li ber malê ye dikare her karî bike. Jin tenê bila bixwaze, wê demê ji destê wan her tişt tê. Gava ewil min dikana xwe vekir, hin kes heyîrîn lê niha hîn bûne.”

Jina jêhatî niha dixebite û dixwaze karê xwe mezintir bike.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE