Xaniyê malbata ku nobed digirt hat şewitandin

Alîgirên PKK’ê xwestin ku malbata Biçer bi saxî bişewitînin

Xaniyê malbata ku nobed digirt hat şewitandin

Ayşegul û Rauf Bîçer, ji bo kurê xwe Mistefa ji lepên nav pkk’ê xelas bikin ev 461 roj in ku li ber deriyê HDP’ê nobetê digirin. xaniyê malbata bîçer, nîvê şevê hat qûndaxkirin.

Ev dîmenên şewatê ji mala dayika Ayşegul Biçera Diyarbekirî ne.

Êrîşkarên ku nasnameyên wan nediyar in bi şev xwestin ku agir berdin xaniyên wan.

Ayşegül Biçerê di 3’ê Îlona 2019’an de piştî Hacîre Akarê li ber deriyê HDP’ê dest bi çalakiya rûniştinê kir.

Lewra teroristên PKK’ê kurê wê Mistafa jî revandibûn.

Ayşegul û Rauf Biçer ligel gefên terorê ev 461 roj in bênavber nobetê digrin.

Lê belê alîgirên rêxistina terorî nivê şevê agir berdan xaniyên malbata Biçerê.

Êrîşkaran hewl dan ku wan bi saxî bişewitînin.

Malbata mexdûr got sûcdarên vê êrîşê alîgirên PKK’ê ne. Dayika bixîret got; ez bi van êrîşan natirsim.

Di derbarê bûyerê de lêpirsînê dest pê kir.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE