Xaniyên dîrokî yên Siverekê

Xanî ji ber bêxwedîbûne yek bi yek hildiweşin...

Xaniyên dîrokî yên Siverekê

Li Siwêrega Rihayê, li taxa hasan çelebî gelek xaniyên dîrokî hene. Lê ew xanî ji ber ku bêxwedî mane, yek bi yek hildiweşin. Şêniyê taxê dibêje bila dewlet xwedî li xaniyan derkeve.

Li Taxa Hasan Çelebi ya Siwerêga Rihayê, gelek xaniyên dîrokî hene. Ew bi kevirên Qerejdaxê hatine çêkirin.

Her çiqes xanî di kontrola Midûriyeta Parastina Berhemên Çand û Xwezayê ya Rihayê de bin jî rewşa wan ne baş e.

Şêniyê mehla Hasan Çelebi dibêje, dema em wesaîdên xwe li ber van xaniyan dihêlin, em ditirsin ku bi ser de hilweşin.

Her wiha welatî li bendê ne ku rayedar çareyekê ji xaniyên dîrokî re bibînin.

Dîroka nûkirinê: 01 Kanûn 2018, 16:59
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE