Xaniyên erdhejê tên teslîmkirin

Li Elazığê 58 xaniyên din jî teslîmî xwediyên wan hatin kirin

Xaniyên erdhejê tên teslîmkirin

Li gundên Elazığê teslîmata xaniyên erdhejê dewam dike. Herî dawî 58 xaniyên ku ji bo gundiyên mexdûr hatibûn çêkirin teslîmî xwediyên wan hatin kirin. Înşeata xaniyên din jî bênavber dewam dike.

Li Elazığê teslîmata xaniyên ku ji bo mexdûrên erdhejê tên çêkirin dewam dike.

Di vê çarçoveyê de heta niha nêzî hezar û 200 mexdûrên ku li gundan dijîn bûn xwediyên xaniyên nû.

“Di serî de serok û hikûmeta me Xwedê ji hemû kedkaran razî bibe. Ji me re xaniyên nû çêkirin. Hemd ji Xwedê re em ji zor û zehmetiyeke mezin xilas bûn.”

Herî dawî li bajêr 58 xaniyên ku înşeata wan xilas bû jî teslîmî xwediyên wan hatin kirin.

Malbatên ku xaniyên xwe teslîm girtin spasî rêvebir û xebatkaran kirin.

“Di vî karî de keda kê hebe em spasî wan dikin. Xwedê derd nede wan û malbatên wan”

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE