Xaniyên kevir ên Hizanê bi berfê xemilîn

Xaniyên kevir ên Hizanê di bin berfê da gelekî xweş xuya dikin

Xaniyên kevir ên Hizanê bi berfê xemilîn

Li Hizana navçeya Bitlisê ew xaniyên ku li ber palên çiyayan ji keviran hatine hatine çêkirin û niha di bin berfê da mane gelekî xweş xuya dikin.

Hizana ji ber tebîeta xwe û xaniyên ji kevir ên dîrokî va bala ziyaretvanê xwemalî û biyanî dikşîne û her demsal berê evîndarên wêneyan dikşîne ser xwe.

Navçe tevlî xaniyên xwe yên kevir va xweşiya her demsalê radixe pêş çavan û navçeya niha di bin berfê da maye wek bûkekê xuya dike.

Kesên ji ger û geştê hez dikin û hatine Hizanê dîmenên xaniyên kevir û xweşiyên navçeyê dikişînin. 

Hunermendê wêneyan Hasan Îlkay Ozdumanê ku ji Stenbolê bo kişandina wêneyan hatibû Hizanê got ku wî ewilî wêneyên navçeyê yên ji ser înternetê belav bûne mêze kir û ket bin bandora xweşiya navçeyê.

Ozduman destnîşan kir ku ew ji bo kişandina wêneyên zivistanê hat navçeyê û wiha domand: "Ev du roj e em li herêmê ne û li hemberî xweşiya vê derê em heyirî man. Dema roj diçe ava me wêneyên gund kişand. Payîzê jî li vê derê dîmenên xweş derdikevin holê."

Hizana navçeya Bitlîsê bi xaniyên xwe yên ku li ber palên çiyê ji keviran hatine çêkirin va balê dikşîne û her demsal xweşiyên xwe radixe pêş çavan.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE