Xaniyên li Sura Diyarbakirê

500 xaniyên li Sura Diyarbakirê wê di 2019an de bên teslîmkirin

Xaniyên li Sura Diyarbakirê

Amed ji rêxistina terorî hat paqijkirin. Li sûra dîrokî xebatên avakirinê dewam dikin. Xaniyên ku ji aliyê rêxistina terorî ve hatine rûxandin, li gorî hewcedariyên şêniyên herêmê ji nû ve tên avakirin. Wezareta hawirdor û bajarvaniyê wêneyên ji “projeya nava bircan a amedê” parve kirin.

Bi cûmba, kemer û hewşên xwe yên dîrokî bala her kesî dikşînin.

Xaniyên dîrokî yên Amedê careke din wekî eslê wan hatin restorekirin.

Sûra navçeya Amedê bi operasyona serkeftî ya hêzên ewlekariyê ji terorîstan hate paqijkirin.

Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê ji bo avahiyên ku di dema operasyonê de zirar dîtibûn, dest bi xebateke mezin kir.

Dewletê yek bi yek kêmasiyên gelê Sûrê çareser kirin.

Xaniyên xerabûyî, kuçeyên wêrankirî di demeke kurt de ji nû ve hatin înşakirin.

Ji bo wan Amediyên ku ji xaniyên xwe bûne, li gorî hewcedariyên wan avahiyên nû hatin çêkirin.

Hin ji wan xaniyan hatin temamkirin û niha ji bo teslîmkirinê hatin amadekirin.

Taybetmendiya xaniyên Amedê hewşên wan in.

Hema hema hemû deriyên odeyan bi hewşê de vedibin.

Ji bo xelkê herêmê him kêfxweşî ye him jî xemgînî.

Li hewşan hin caran şîn tê kirin, hin caran jî bernameyên taybet tên çêkirin.

Piraniya xaniyên Diyarbekirê wek hunerekê ji nû ve hatin çêkirin.

Piraniya xaniyên Diyarbekirê wek hunerekê ji nû ve hatin çêkirin.

Midûrê Hawirdor û Bajarvaniyê yê Diyarbakırê Ufuk Nurullah Bilgin:”Me li Alipaşayê dest bi çêkirna 293 avahiyan kir. Em ê înşelle di meha hezîranê de temam bikin. Em ê li herêmên din jî bi tevahî 500 avahiyan çêkin û di dawiya sala 2019an de teslîm bikin.

Piştî temamkirina projeyê dê dîmênên bi vî rengî derkevin.

Wê li kolanên teng ên Surê wekî berê dengên zarokan were.

Dîroka nûkirinê: 27 îlon 2018, 12:27
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE