Xaniyên mexdûrên Surê bi pişkê hatin teslîmkirin

Xizmetên ji bo mexdûrên teröre berdewam dikin. 723 xaniyên nû yên mexdûrên Surê bi pişkê hatin teslîmkirin

Xaniyên mexdûrên Surê bi pişkê hatin teslîmkirin

Mixabin bi siyaseta xendeqan a terorê li Sûra Amedê 4 hezar avahî hatin xerakirin. Dewlet xwedî li mexdûrên terorê derket û TOKÎ ji wan re malên nû çêkirin. 723 malbat bi pışkê bûn xwediyê malên xwe yên nûjen.

Navçeya Sûra Diyarbekirê di dîroka hersê dînên semawî de cihekî gelek girîng digire.

Endamên rêxistina terorî PKKê 3 sal berê bi siyaseta çal û barîqatan bajarê qedîm serobina kirin.

Ji ber êrîşên terorî li 6 taxan qedera 4 hezar avahî xira bûn û bi hezaran welatî koçber bûn.

Hikûmetê tu kes mexdur nekir, ji bo mexdûran 97 milyon lire kirê, 18 milyon lire jî perê eşyayan hat belavkirin.

Dewletê ji bo mexdûrên Sûrê bi riya TOKÎyê 6 hezar ava çêkirin. 903 Avahiyên ku temam bûn 3 meh berê hatin teslîmkirin.

Wezareta Havirdor û Bajarvaniyê ji bo 723 xaniyan bernameya pişkê li dar xist.

Bi hezaran hemwelatî bi kelecan beşdarê merasîma pişkê bûn.

Walî Hasan Basrî Guzel, Şaredar Cumali Atilla û Qeymeqamê navçeya Surê Abdullah Çiftçî li ser navê welatiyan pişka avahiyan avêtin.

Mexdurên terorê bi encama pişkê mifteyên xaniyên xwe wergirtin.

Kesên ku mifteya xwe standin berê xwe dan mintiqeya Çolguzeliyê.

Xaniyên malbata Yilmaz jî di nav pevçûnên xendeqan de hatibû hilweşandin. Seyitxan Yilmaz û kulfeta wî Keziban Yilmaz, ji TOKÎyê maleke 4 odeyî standin û spasiya xwe ji dewletê re kirin.

Dîroka nûkirinê: 18 Cotmeh 2018, 11:47
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE