Xaniyên zarokan ên laleya Muşê ku girêdayî Wezareta Malbat û Xebatê ye, bûne stargehên gelek zarokên bêxwedî. Zarokên bêkes, di sîteyên xaniyan de ligel hemsalên xwe dijîn.
Li Muşê bi navê Laleya Mûşê 5 heb villa hatine avakirin.
Di her villayê de 10 zarok bi giştî 50 zarokên bêkes hene.
Zarokên bêkes ku temenê wan ji 18 salî biçûktir e di wan xaniyan de dijîn.
Di her xaniyekî de du kes hene ku bi wan re eleqedar dibin.
Her wiha bi saya ku 10 zarok bi hevdu re ne wextên xweş derbas dikin.
Xaniyên Zarokan bi riya wezareta Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî tê birêvebirin.
Piraniya zarokan bêxwedî ne, lê dewlet li wan xwedî derdikeve.