Xaza ku ji bîra Amasra-1ê hat derxistin, kirin vejen

Xaza siruştî ya ku ji bîra Amasra-1ê hat derxistin, hat şewitandin û di destê endezyaran da veguherî vejenê.

Xaza ku ji bîra Amasra-1ê hat derxistin, kirin vejen

Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Fatîh Donmez ragihand, xaza siruştî ya ku ji bîra Amasra-1ê hat derxistin, hat şewitandin û di destê endezyaran da veguherî vejenê.

Donmez li ser hesabê xwe yê Twitterê dîmena testê ya ku endezyar di laboratuvarê da xazê cara ewil dişewitinîn parve kir û wiha got, "Xaza siruştî ya ku ji bîra Amasra-1ê hat derxistin, di destê endezyaran da veguherî vejenê. Agirê keşfa me wê şevên Tirkiyeya me ronaktir, zivistanên wê germtir, sanayiya wê xurtir bike."

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan hefteya çûyî daxuyandibû ku keştiya sondajê ya Fatîhê li Sehaya Xazê ya Bakurê Sakaryayê ya Behra Reş di bîra Amasra-1ê da rezerveke nû ya 135 milyar mêtrekup xaz tê da heye, keşif kir. 

Bi vê keşfê va Tirkiyeyê li Behra Reş bi tevahî 540 milyar mêtrekup rezerva xazê keşif kir.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE