Îxbara kolana qaçax

Cenderme ji bo îxbara avahiya qaçax çû lê rastî tiştekî din hat 

Îxbara kolana qaçax

Li Semsûrê ji bo cendirmeyan îxbara avahiyeke qaçax hat kirin. tîma leşkeran a ku çû cihê bûyerê şaş û metel ma. lewra li wê derê ji bo xezîneyê kolan hatibû kirin. kesên ku erd vedabûn ji bo ku balê nekişînin ser xwe tabeleyek pê ve kiribûn. di tabeleyê de wiha dinivîsî: “cihê şewata tiştên kîmyasal e.” 

Ji derve mîna kolana merzelekî dixuyê. Kesek texmîn nake ku di bin de dîroka bi sedan salan heye.  

Ev der Semsûr e. Tîma cendermeyê îxbareke ji rêzê hilda. Li gorî îxbarê avahiyeke qaçax dihat çêkirin. 

Cenderme û TRT Kurdî ber bi cihê îxbarê ve bi rê ket. Dema xwe dan wê derê şaş man. Lewra avahiyeke qaçax xuya nedikir. 

Wezîfedar ji cihê kolanê ketin çalekê û ji serdema Romayê odeyek û 3 merzel dîtin. Hin kesan ji bo li xezîneyê bigerin ev der vedabûn û ji bo ku kes nêzî wir nebe jî ev tabela pê ve kiribûn.  

Midurê Muzeyê yê Semsûrê Mehmet Alkan derbarê kolana qaçax de agahî dan. 

Cendermeyan ji bo kolana qaçax û lêgerîna xezîneyê lêpirsîn da destpêkirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE