Li bajaroka Şêxanê ya navçeya Qilêbana Şirnexê, piştî ku ket destê Ak Partiyê gelek xebat û xizmet hatin kirin.
Ev der Şêxana bajaroka Qilêbana Şirneyê ye. Nifûsê Şêxanê jî derdora 4 hezarî ye.
Di sala 2009an de bajarok ket destê AK Partiyê û Cevher Benek bû Şaredarê Şêxanê.
Li Şêxanê piştî ku şaredarî ket destê AK Partiyê, gelek xebat û xizmet hatin kirin.
Şaredariyê ji şebekeya ava vexwarinê, qadên sporê, riyên biparke bigirin heta vekirina navenda malbatê gelek xizmet kirin.
Şaredariya Şêxanê bi van xebat û xizmetên xwe ji şaredariyên din re jî bû mînakeke baş.