Şaxa Jinan a İHH’ya Sêrtê, ji bo zarokên Efxanistanî alîkarî kir. Jinên Sêrtî bi destê xwe kumik, lepik û êlek çêkirin û ji zarokên Efxanistanî re şandin.
Şaxa Jinan a İHH’ya Sêrtê ji bo zarokên Efxanistanî organîzasyoneke alîkariyê li dar xist.
Jin ji bo zarokên ku di nav şert û mercên şer de mexdûr dibin hatin ba hev.
Jinên xêrxwaz ji bo zarokan 400 dest êlek, kumik û lepik çêkirin.
Şaxa jinan tiştên bi destê xwe çêkirin û pêlîstokên ku kom kirin bi piştgiriya İHH’yê şandin Efxanistanê.