Xebata ji bo paqijkirina golên gemar

Şaredariya Bajarê Mezin bi 35 makîneyên kar golên li çolterê yeko yeko paqij dike.

Xebata ji bo paqijkirina golên gemar

Li Wanê, Şaredariya Bajarê Mezin ji bo golên gemarî yên li çolterê xebateke paqijkirinê da destpêkirin. Di çarçoveya xebatê de golên qirêj ên li çolterê bi 35 makîneyan yeko yeko tên paqijkirin. Bi vî awayî him ava golan paqij dibe him jî cotkarên li çolterê jê fêdeyê dibînin.

Li Wanê Şaredariya Bajarê Mezin ji bo çolterê xebatên gelek hêja bi rê ve dibe.

Xebata herî dawî jî ji bo golên gemarî yên li çolterê bû.

Şaredarî bi 35 makîneyên kar diçe ser golên li çolterê û yeko yeko paqij dike.

Xelqê çolterê ji xebatan gelek memnûn e. Bi xêra vê xebatê him golên li herêmê tên paqijkirin, him jî êdî cotkarên li çolterê zêdetir ji golan fêdeyê dibînin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE