Li Sêrtê ji ber hişkesaliyê darên fistiqan gelek zirar dîtin. Midûriya çandiniyê ya bajêr jî ji bo zirareke mezin çênebe dest bi projeya aşîkirina daran kir. Cotkarên ku beşdarî bernameyê dibin derheqê rê û dirbên aşîkirina fistiqan de dersan dibînin.
Li Sêrtê ji bo cotkarên ku bi çanidiniya fisteqan re mijûl dibin kursa perwerdeya rê û rêbazên aşîkirinê hat vekirin.
Midûriya Çandiniyê ya Bajêr, ji bo cotkarên ku îsal ji ber hişkesaliyê zirar dîtine zêde mexdûr nebin kurseke 14 rojî amade kir.
Zêdetirî 40 cokarên ku beşdarî bernameyê dibin li bexçeyên li Sêrt û Misircê him rê û rêbazên aşîkirina fisteqan, him jî hînî şiklê tedawiya nexweşiyên daran dibin.
Çav li rê ne ku piştî vê kursê, cotkar bi saya rê û rêbazên ku hîn bûne, ji hişkesalî û nexweşiyan kêmtir zirarê bibînin û hilberîneke baş bikin.