Li Sêrtê di çarçoveya “projeya parastina cureyên nebatan” de xebatên qeydkirinê dewam dikin. wezareta çandinî û daristanan vê projê dimeşîne. 5 akademisyenên ji zanîngehên cuda li herêmê digerin. nav û taybetiyên nebatên herêmî yek bi yek qeyd dikin.
Wezareta Çandinî û Daristanan, di sala 2017an de bi navê “Parastina Cureyên Nebatan” projeyek da destpêkirin.
Di çarçoveya projeyê de li herêma Sêrtê jî 5 akademisyenan dest bi xebatên qeydkirinê kirin.
Akademisyen diçin navçe û gundan.
Ji mezin û kesên dîtî, pirsa nav û taybetiyên gihayên herêmê dikin.
Dû re jî agahiyên ku bi dest dixin yeko yeko û bi hesasî qeyd dikin.
Her wiha akademisyen gotinên pêşiyan ên li herêmê jî dinivisînin.
Xebata amademisyenan wê pişt re wekî pirtûk bê weşandin.